Şem 22 Tîrmeh 2017 | 1 : 29sibeh Dema şamê
Leşkerî
Goristaneke komî li Extirîn hate dîtin
Goristaneke komî li Extirîn hate dîtin
Duşem 17 Tîrmeh 2017

 

Heleb(Qasiyûn)- Jêdereke ser bi navena peresdarya sivîl ya bajarokê Extirîn yê gundewarê Helebê îro Duşemê ragihand ku endamên peresdariyê goristaneke komî li dora bajarok dîtin. 

Jêderê medyayî tekez kir ku ew kelaşên hatin dîtin, yên kesin ji berî du salan ve hatibûn kuştin di dema ku Daişê êrîşî deverê kiribû. 

Herweh diyar kir ku hejmara kelaşan nehate nasîn, û eger ew sivîl in an leşker in, û amaje bi wê yekê kir ku hejmareke kelaş lingên wan bi zincîran ve girêdayî ne. 

Tê zanîn ku hejmareke goristanên komî li bajar û bajarokên gundewarê Helebê yê rojhelat û yê bakur hatin dîtin, piştî ku Daişê ji deverê vekişiya. 

  • 23:46 Rikberî amûrên çekî yên rêjîmê li hawêr bajarokê Şîr Qebû' li bakurê Laziqiyê diruxîne
  • 19:12 Heyet Tehrîr El-Şam 4 girtiyên Ehrar El-Şam li gundê Mir'iyan serbest berdan
  • 17:45 Li Qudsê 2 felestîniyan bi guleyên dagerkeriya israyîlî canên xwe ji dest dan
  • 17:41 Êrîşên asîmanî li ser bajarê Meyadîn li rojhilata Dêrezorê
  • 16:54 Li Qelemûna rojava rikberî endamekî milîşiya Hizbelah a Libnanê dîl dike
  • bêhtir nûçe