Yekşem 20 Tebax 2017 | 10 : 16êvar Dema şamê
Leşkerî
Hevpeymaniya Navdewletî : HSD Niha Pirtirî 50 % ji Reqa Kontrol Dike
 Hevpeymaniya Navdewletî : HSD Niha Pirtirî 50 % ji Reqa Kontrol Dike
Pêncşem 10 Tebax 2017

Ji ajansan(Qasiyûn)- Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî di şerê dijî DAIŞê de Kolonel Ryan Dillon îro di rêya telefonê re ji nûçegîhanên Pentagonê re ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) niha pirtirî 50 % ji Reqa kontrol dike.


Dillion da zanîn ku DAIŞ berxwedaneke xurt li hindurê Reqa nîşan dide û ew jî dibe sedema lawazbûna pêşdeçûna şervanên HSDê.


“Di demên dawî de DAIŞ bi tundî li ber xwe dide û rêbazên wek êrîşên bi siwareyên bombebarkirî, yên xwekujî, bombeyên veşartî û segvanên dûravêj pêşdeçûna hevkarên me hêdî dike, lê şervanên HSDê dîsa jî pêşdeçûna xwe didomînin.”


Dillon dîyar kir ku ew bi awayekî karîger piştgirîya hevkarên xwe yên li erdê dikin û xalên DAIŞê didin ber bombeyan.


“Di nav du hefteyên dawî de me pênc navendên diravî yên DAIŞê li Îraq û Sûrîyê hilweşandin û me zîyaneke mezin daye wê rêxistinê.”


Dillon herweha da zanîn ku hêzên amerîkî yên li nêzî Minbicê bûne armanca êrîşên çekdarî, lê ti ziyan negiheştiye hêzên wan. Tevî ku rojnamevanan bi caran pirsîn ku alîyê êrîşkar kî bû, Dillon bersiva wê pirsê neda

  • 20:57 li rojhilata Dêrezoê Hevpeymaniya Navdewletî sîtêrên neftê li çolistana Zîban bombebaran dike
  • 19:35 Li rojhilata Himsê rêjîm bajarokê Himêmêkontirol dike
  • 19:17 Hevpeymaniya Navdewletî li bakur rojavayê bajarê Reqayê komkujiyekê pêk tîne
  • 18:52 Balafirên Rûsî êrîşan dibin ser bajarokê Mexleh û yê 'Etşana li rojhilata Reqayê
  • 13:41 Hêzên rêjîmêbajarokê Seqba topbaran kirin: birîndar ketin
  • bêhtir nûçe