Yekşem 20 Tebax 2017 | 10 : 16êvar Dema şamê
Bûyerên Cîhanî
Siûdiyê ji Îraqê xwestiye ku navgîniyê di navbera wê û Îranê de bike
Siûdiyê ji Îraqê xwestiye ku navgîniyê  di navbera wê û Îranê de bike
Yekşem 13 Tebax 2017

Ji ajansan (Qasiyûn)- Wezîrê navxwe yê Îraqî Qasim E'recî, îro Yekşemê tekez kir ku Siûdiyê ji Îraqê xwestiye ku navgîniyê di navbera Riyad û Tehranê de bike

 

E'recî ji çapemeniyê re diyar kir ku Siûdiyê ji serokwezîr Heyder Ebadî  xwestiye ku hestiyariya di navbera Riyad û Tehranê de kêm bike, ew yek dema ku Ebadî Serdana Siûdiyê dikir

 

E'recî da xuyakirin ku ew nerîna Siûdî gihişt aliyê îranî, ku Îranê bi arênî li wê helwestê dinêre, û wan gihandiye Siûdiyê ku Îranê wek gava yekem xwestiye ku Siûdiyê rêzê ji heciyên Îranî re bigre, û rê bide wan ku Serdana goristana Beqî' li Medîne Minewera bikin, ku Siûdiyê jî soza wê yekê daye 

 

Tê zanîn ku pêwendiyên di navbera herdu welatan de rastî birînê hatibûn, piştî ku Siûdiyê lêvegera  Şî'î Nemir Nemir bidar vekiribû, ku Îranê ew yek nebejirand, û baliozgeha Siûdiyê li Tehranê hat êrîşkirin, ku di encamê de pêvendî hatin birîn

 

  • 20:57 li rojhilata Dêrezoê Hevpeymaniya Navdewletî sîtêrên neftê li çolistana Zîban bombebaran dike
  • 19:35 Li rojhilata Himsê rêjîm bajarokê Himêmêkontirol dike
  • 19:17 Hevpeymaniya Navdewletî li bakur rojavayê bajarê Reqayê komkujiyekê pêk tîne
  • 18:52 Balafirên Rûsî êrîşan dibin ser bajarokê Mexleh û yê 'Etşana li rojhilata Reqayê
  • 13:41 Hêzên rêjîmêbajarokê Seqba topbaran kirin: birîndar ketin
  • bêhtir nûçe