Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 47sibeh Dema şamê
Bazirgeh
Êrma nirxên petrolê daxist
Amadekirin : Baz Begarî - Pêşkêşkirin : Baz Begarî
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 31sibeh Dema şamê
Êrma
Şem 9 Îlon 2017

Bahoza Irma ku dê dawiya heftê bandorê li ser eyaleta Florîda ya Amerîkayê bike, hişt ku li bazarên cîhanê bihayê petrolê bikeve.

Bermîla petrolê ya cureyê London Brent ji sedî 1.7 nirxê wê kêm bû daket 53.58 dolaran.

Bihayê bermîla cureya Teksas a Rojava ya Amerîkayê jî bi kêmbûna nirxa 3.7an daket heta 47.27 dolaran.

Wek sedema kêmbûna nirxa petrolê bahoza Irmayê tê nîşandan ku kargehên parzûnkirina neftê ji ber metirsiya bahozê bi girtinê re rûbirû dimînin.

Tê pêşbînîkirin ku ketina nirxa petrolê katedemî be û piştî derbasbûna metirsiyê ji nû ve bilind bibe.

Bahoza Harveyê ku berîya niha rû dabû, bûbû sedema ziyana 180 milyar dolaran û li gor pisporan, dê bahoza Irmayê jî bi giştî bibe sedema ziyaneke bi qasî 125 milyar dolaran.

Jêder: Spûtnîk

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe