Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 47sibeh Dema şamê
Polîtîk
Civîna Mafê Mirovan li Cinêvê li barê pirsa kolberan hat lidarxistin
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 41sibeh Dema şamê
Civîna
Çarşem 13 Îlon 2017

 


Ji ajansan (Qasiyûn)- Bi beşdariya nûnerê mafê mirovan yê Kurdistana Îranê li Cinêv, (Teymûr Elyasî) civînek derbarê pirsa kolberan û serkutkirina xwepêşandêrên nerazîbûnê li bajarên Kurdistana Rojhilat, di navenda NY a Cinêvê de bi rê ve çû, û nûnerê Komela Mafê Mirovan di vê civînê de gotarek pêşkêşî beşdarên vê civînê kir.


Deqa gotara nûnerê Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Rojhilat li Cinêv,bi vî awayî hat " Birêz Serok, di roja Duşemê 4`ê Îlona 2017 de du kolberên Kurd bi navên Heyder Ferecî 21 salî, û Qadir Behramî 45 salî û bavê 4 zarokan, bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên sînorê Îranê li Banê hatin kuştin.
ji destpêka sala 2017 ve heya îro 149 welatiyên din bûne qurban ji gulleyên hêzên Komara îslam re. Kuştina hevwelatiyên Kurd bi sedema Kurdûna wan e.
Di roja Sêşemiyê 5`ê Îlonê de, akinciyên bajarê Banê, ji bo şermkirina kuştina du kolberên xelkê bajarê Banê, meşeke aram lidar xistin, lê raydarên Komara Îslamî a Îranê, bersiva daxwazên biheq yên xelkê ku dadkirina tawanbaran û ragirtina kuştina kolberan bû, bi tundî da.Xwenîşandan kêşa nava wan bajarên din ku hatibûn milîtarîzekirin
Li gora wan raporên ku gihîştine destê Komela Mafê Mirovan a Kurdistanê, hêzên rejîmê ji bo serkutkirina xwenîşanderan ji gulleyên pilastîkî mifahê werdigrin, û herwiha li gaza rondikrêj jî mifah wergirtine, û di encamê di jî 10 welatî birîndar bûne, û bi dehan welatiyên din jî hatine giritin.
Di dawiyê de, em ji Şêvra Mafê Mirovan û reporterê NY daxwaz dikin, ji bo dadmendiyê û rastiyê, kuştina narewa ya welatiyên Kurd, ji aliyê Îranê ve şermezar bikin, û givaşê bixine ser hikûmeta Îranê, da ku tundiyê û siyasetên cudahîdanînê li hember neteweyên din weke Belûç, kurdên Yarsan, Erebên Ehwazê, Mesîhî, Cihû, Turkemen û Azerbaycanî û girûpên hevregez ragirin.

Jêder : Ajansa Kurdpayê

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe