Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 44sibeh Dema şamê
Polîtîk
Desteya refrandomê ev tişt ji welatiyên Kurdistanê xwestin
Amadekirin : Baz Begarî - Pêşkêşkirin : Baz Begarî
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 41sibeh Dema şamê
Desteya
Pêncşem 14 Îlon 2017

Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê bi rêya daxwiyaniyekê ji welatiyan heft daxwaz xwestin, da ku operesyona kampanyaya piştgiriya refrandomê bi awayeke xweş bi ser bikeve.

Li gorî kenala Rûdawê ku xalên daxuyaniyê ev in: 

 

Yekem: Dûrketin ji bi kar anîna nîşan, ala û sembola her aliyekê yan welatekê ji bilî Ala Kurdistanê.

 

Duyem: Dûrketin ji bi kar anîna nav û wêneyên sembol û serkirdeyan weke propaganda yan propagandaya referandumê.

 

Sêyem: Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.

 

Çarem: Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina mulkên giştî.

 

Pêncem: Parastina aramiya hevwelatiyan.

 

Şeşem: Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê.

 

Heftem: Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe