Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 46sibeh Dema şamê
Leşkerî
Rêjîma Sûrî himber Daişê li rojhelatî Humsê pêş ketin
Amadekirin : Wîsam El-Ehmed - Pêşkêşkirin : Baz Begarî
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 35sibeh Dema şamê
Rêjîma
Pêncşem 14 Îlon 2017

Hums(Qasiyûn)- Hêzên Rêjîma Sûrî bi piştgirîya milîşên biyanî, duh êvarî, gundên (Enq El-Hewa, El-Xan) li gundewarê Humsê yê rojhelat piştî şêrekî giran bi Daişê re kontrol kirin.

Di heman dema pevçûnan de hêzên Rejîmê bi top û roketan gund û bajarokên navçeyê topbaran kirin, bê ku agahî li barê ziyanên canî bên.

Herweha dezgehên medyayî yên nêzîkî Daişê ragihandin ku heft leşkerên Rêjîma Sûrî li dora gundê Xinêman li rojhelatê Humsê hatin kuştin.

Hêjaye gotinê ku hêzên Rejîmê di dema dawî de hejmareke gund û bajarok li gundewarê Humsê yê rojhelat kontrol kirin.

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe