Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 48sibeh Dema şamê
Bûyerên Cîhanî
Temîm serdana Erdogan dike
Amadekirin : Wîsam El-Ehmed - Pêşkêşkirin : Baz Begarî
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 36sibeh Dema şamê
Temîm
Pêncşem 14 Îlon 2017

Enqere(Qasiyûn)- Mîrê Qeter Temîm Bin Hemed Al Sanî, îro Pêncşemê serdana Tirkiyayê dike, da ku bi serokê welat re Receb Teyb Erdogan bicive.

Navenda medyayî ya serokatîya Tirkiyayê daxuyaniyeke derxist tê de serdana mîrê Qeterê ragihand ku wê” Serdaneke kar bo Tirkiyayê bike” û ev yeke wezîrê kare derve yê Tirkiyayê Mewlûd çawûşoglo ragihand.

Tê zanîn ku Erdogan roja sêşema bûrî pêşwaziya wezîrê derve yê Qeterî Mihemed bin Ebdulrehman Al sanî kiribû, û pêşketinên dawî di kirîza Qeterî de û bandora wê li ser asta herêmî û navwelatî gengeşe kiribû.

Hêjaye gotinê ku ev yekemin serdana mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed e li derveyî Qeter piştî kirîza kendavê ku li heyva pêncan ya bûrî dest pê kir.

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe