Sêşem 26 Îlon 2017 | 4 : 50sibeh Dema şamê
Bazirgeh
Deynên Amerîka bêhtirî 20 tirilyon dolar e
Amadekirin : Baz Begarî - Pêşkêşkirin : Baz Begarî
hate nûkirin : Şem 16 Îlon 2017 | 10 : 30sibeh Dema şamê
Deynên
Pêncşem 14 Îlon 2017

Business Insiderê ragihand ku di dîroka welat de ev yekemîn car e ku deynê neteweyî yê Amerîkayê ji 20 trîlyon dolarî bihûrî.

 Di adara meha borî de deynê Amerîkayê di asta 19 trîlyon û 840 milyar dolarî de hatibû cemidandin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî ji bo mexdûrên agera Harweyê mûçe veqetand û ev jî bû sedema zedekirina deyn.

Piştî veqetandina mûçeya mecdûrên bagera Harweyê deynê neteweyî yê Amerîkayê asta 20 trîlyonî derbas kir û di dîroka welat de yekemîn car gihîşte 20 trîlyon û 164 milyar dolarî.

Serok Trump hem di dema kampanyeya hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê de ji bo deynê giştî yê Amerîkayê gotar pêşkêş kiribûn û gotibû divê ev deyn were kêmkirin.

 Jêder: Spûtnîk

  • 21:49 Balafirên rûsî li gundewarê Idlibê êrîşî firîngeha Ebû El-Zihûr dikin
  • 21:46 Balafirên cengî li rojavayê Helebê êrîşî bajarê Etarib dikin
  • 18:28 Balafirên Rûsî li başûrê Idlibê bajarokê Me'irşorîn bombebaran dikin
  • 18:25 HSDê li rojavayê Dêrezorê bajarokê Kever stend
  • 16:37 Çawîş Oxlo : armancakirina welatiyan li Idlibê binpêkirina agirbestê û têkçûna rêkeftina Asîtanayê ye
  • bêhtir nûçe